Serokwezîr Barzanî pêswazî li Konsulê Kuweytê kir

21 July 2022 17:31 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li Konsulê Kuweytê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji ber bidawîbûna erkê wî, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê kir û spasiya hewl û xebatên ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweytê yê li Herêma Kurdistanê Umer El Kenderî kir ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdana xatirxwestinê kiribû.

Piştî civînê hat ragihandin, Mesrûr Barzanî tevî balkişandina ser pêwendiya dostane ya navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê, spasiya hewl û xebatên Konsulê Giştî yê Kuweytê kir ku di dema karê xwe de ji bo pêşvebirina pêwendiyên dualî kirine.

Serokwezîr Barzanî, herwiha hêviya serkeftinê di erkên wî yên nû de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Kuweytê Umer El Kenderî jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber alîkarî û hevahengiya berdewam a ligel konsulxaneya welatê wî.

Hêjayî gotinê ye, Kuweyt yek ji welatên cîran ên Iraqê ye û li Kendava Erebî ye, ji ber êrîşkirina ser Kuweytê dema rejîma Beas, di sala 1991ê de pêwendiyên navbera Iraq û Kuweytê aloz bûbûn û piştî rûxana rejîmê di sala 2003yan de, pêwendiyên xwe yên ligel Iraqê asayî kirin.