“Êlêk Zer” li Fasê jî derketin ortê

18 December 2018 05:57
“Êlêk Zer” li Fasê jî derketin ortê

PeyamaKurd- Li Fasê jî hinek karkerên ji mehaneyên xwe razî nînin, derketin holê û weka xwepêşandêrên li Fransayê êlekên zer li xwe kirin û xwepêşanan kirin.

Zuheyr Îskarîbeh ku cîgirê serokê sendîka ya teknîsyenên Fasê ye, ragihand ku hinek teknîsyenên wan bo mehaneyên wan baştir bên kirin, di hinek wezaret û dezgeyên taybet de, êlekên zer  li xwe kirine û ketina nava tevgerê. Wê tevgera wan sibê jî dewam bike.

Îskarîbeh ragihand ku bi hukumetê re li ser masê rûniştine û li ser mijaran li hev nekirine. Eger daxwazên wan neynin cî, wê di 19-20 ê mehê de car din herin grevê.

Hukumeta Fasê heya niha ti beyanekî di vê mijarê de nedaye.