Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin: Xelk ji malên xwe derketin

16 January 2022 11:34 0 dîtin
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin: Xelk ji malên xwe derketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî 15ê Çileyê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin ku hîn diyar nebûye sedema wan teqînan.

Li gorî parvekirinên ser medya civakî li parêzgehên Sine, Kirmaşan, Îlam û Hemedan ên Rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Îranê, şeva borî li derdora demjimêr 00.00 dengê teqînên bihêz hat bihîstin û bû sedema tirseke zêde di nav xelkê de.

Li gorî zanyariyan piştî teqînina xelkê wan deverên teqîn lê çêbûne derketine derveyî malên xwe ku wan teqînên bihêz xaniyên wan hejandine.

Qaymeqamê Esedabad a Hemedanê Seîd Kitabî diya kiriye ku lêkolînên wan berdewam in ji bo diyarkirina sedema dengê wan teqînan.

Herwiha li gorî hin çavkaniyan êrîş li ser hejmarek depoyên moşekî yên li rojavayê Îranê hatine kirin û deng jî yê bombebaranên li ser wan cihan bûye. Lê çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Îranê û Supaya Pasdaran wan îdîayan red dikin û behsa tetbîqateke leşkerî ya Îranê dikin ji bo amadebaşiya sîstema berevaniya asmanî ya Îranê.