2 malbat lihev xistin û 6 kes birîndar bûn

05 September 2020 18:41 0 dîtin
2 malbat lihev xistin û 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Bismilê li taxa sanayiye du malbatên cîranên pevçûn. Xelk ket navbera wan û wan dan rawestandin lê vê sibê malbatekî bi sîlihan avêt ser mala dinê û mala din bi sedema êrîşê telefonê polîsan kir. Di dema polîs li ciyê bûyerê lêpirsînê dikir, car din êrîşa bi sîlih pêk hat û di encamê de 6 kes birîndar bûn ku 2 ji birîndaran polîsin.

Ji birîndaran halê du kes ji wan, girane.