Du malbat lihev xistin: 10 birîndar
PeyamaKurd- Li navçe ya Çinar a bi ser Diyarbekirê de, du malbatên ku di navbera wan de dijminahî hebû, li salona dawetê leqayê hev bûn û pevçûn. Di pevçûna navbera wan de 9 kes birîndar bûn. Bûyer siet di 20.30 yê şevê de çêbû.
Li gor ragihandina medyayê; di navbera wan de berê revandina keçekî çêbûye lewra navbera wan nexweş bûye. Her dû malbat bi kevir, kêr û daran lihev xistin. Di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Polîs û tîmên teduristiyê xwe gihandine ciyê bûyerê û birîndaran birine nexweşxaneya Selaheddînê Eyyûbiyê ya Diyarbekirê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin