Du malbat lihev xistin û 7 kes birîndar bûn

13 May 2021 23:09 0 dîtin
Du malbat lihev xistin û 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navçeya Ercîşê li taxa Çelebîbaxê du malbat bi dar û keviran lihev xistin lê sedema lihev xistinê nehat zanîn. Di pevçûnê de ji her dû malbatan 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bi navê Ridvan Çelik. Bo bûyer mezin nebe hêzên asayîşê li taxê tedbîrên ewlehiyê sitendin.