2 wezîrên Tirkiyê seredana Almanya dikin

01 July 2020 23:58 0 dîtin
2 wezîrên Tirkiyê seredana Almanya dikin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu û wezîrê çand û tûrîzmê Mehmet Nuri Ersoy seredana Almanya dikin. Di nav xebata wan ya li Almanya de gelek mijar hene ku li ser wan biaxifin. Wezareta karên derve ya Tirkiyê di mijara seredanê de bi awayekî nivîskî bernama xwe ragihand.

Her dû wezîr bi heyetekî wezareta tenduristiyê re bo xebatê diçin Almanya. Di hevdîtinên li Almanya de hevkariya li ser Kovid-19 ê û tûrîzm di serê babetan de cîh digrin. Têkiliyên duqolî, bi sedema serokatiya Almanya ya Yekîtiya Awrûpayê û di wê çarçoveyê de pêşdebirina têkiliyên YA yê û Tirkiyê, arîşeyên herêmî û hinek mijarên navdewletî dê babetên hevdîtina wan bin.