Du wezîrên Îsveçê ji bo ‘zîrwa ewlehiyê’ dê seredana Tirkiyê bikin
PeyamaKurd – Du wezîrên Îsveçê Maria Malmer Stenergard û Gunnar Strömmer, wê seredana Tirkiyê bikin û bikevin civîna yekem ya ‘zîrwa ewlehiyê’.
Di zîrwê de wê li ser mijarên têkoşîna bi terorê re, sûcên rêxistinî û siyaseta derve biaxifin.
Maria Malmer Stenergard wezîra karên derve ya Îsveçê ye û Gunnar Strömmer wezîrê dadê yê Îsveçê ye û seredana wan fermiye. Wezîra karên derve ya Îsveçê Stenergard di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de got:
“Seredan, di mijarên ku ewlehiya me ya hevpar eleqedar dike, ji bo xwurtkirina hevkariya navbera her dû welatan gelek girînge.”
Wezîrê dadê yê Îsveçê jî ragihand ku:
“Ji bo em di têkoşîna li hemberê terorîzmê û sûcên rêxistinî têbikoşin, em ê bi hemkarên xwe yên Tirkiyê re werin cem hev.”
Ji bilî mijarên terorê û sûcên rêxistinî, wê li ser şerê li Ûkraynayê, rewşa Sûriyê, rewşa li Xezayê û mijarên siyaseta derve biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin