Her dû wezîrên Almanya seredana navça Pazarcikê kirin

22 February 2023 22:33 0 dîtin
Her dû wezîrên Almanya seredana navça Pazarcikê kirin

PeyamaKurd – Her çendîn erdheja Maraşê bi navê Maraşê tê naskirin jî bingeha erdhejê navça bajarê Maraşê navça bi navê Pazarcik e. Li Pazarcikê kevir li ser kevir nemaye. Xwecihên parezacikê tev Kurdin û elewî ne.

Li ser rûdana erdhejê wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock û wezîra karên hundir ya Almanya Nancy Faeser seredana Pazarcika ku bi ser bajarê Maraşê ve ye kirin. Her dû wezîra li Pazarcikê seredana koordînatorê erdhejê yê Pazarcikê ku parêzgerê bajarê Kırıkkale ye, Bülent Tekbıyıkoğlu kirin û di babeta rewşa herêma erdhejê de, agahiyan sitendin.

Parêzger Tekbıyıkoğlu di derbarê rewşa erdhejê de agahiyan da Baerbock û Faeser. Parêzger ragihand ku heya ji mexdûrên erdhejê re xaniyan ava bikin wê di kon û konteyniran de bimînin. Her dû wezîra û parêzger Tekbıyıkoğlu bi hev re seredana bajarê ji konan ya bi navê Parka Atatürk kirin.