40 milyon dolarê Amerîkayê yê alîkariyê giha Afxanistanê

29 November 2022 23:58 0 dîtin
40 milyon dolarê Amerîkayê yê alîkariyê giha Afxanistanê

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Afxanistanê ya bi navê Banka Afxanistanê (DAB) ragihand ku roja sêşemê alîkariya ji Amerîkayê ya bi miqdarê 40 milyon dolarî gihaye payîtexta Afxanistanê Kabîlê û pere xistine bankayekî taybet.

Li gor ragihandina bankayê; ji ber alîkariya miroviye sipasiya civaka navdewletî kirine û xwestine alîkariyên bên kirin di ser hesabê bankayê de bên kirin.

Hefteya borî jî Afxanistan alîkariyekî bi miqdarê 40 milyon dolarî sitendibû û di nav salekî de dibe 1.5 mîlyar dolar perê rezerva Kabîlê ku di bankayê de ye.