45 hezar mamoste têne tayînkirin: 50 ji wan mamosteyên Kurdî ne

24 March 2023 18:23 0 dîtin
45 hezar mamoste têne tayînkirin: 50 ji wan mamosteyên Kurdî ne

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, ji bo tayînkirina mamosteyan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 45 hezar kontenjan eşkere kir ku di nav de, ji bo mamosteyên zimanê Kurdî yên zaravayên Kurmancî û Zazakî jî 50 kontenjan hat vekirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer eşkere kir, îsal li seranserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin, wê serlêdanên destpêkê di navbera rojên 27ê Adarê – 1ê Nîsanê bên kirin û encam jî 8ê Gulanê were eşkere kirin.

Li gorî 45 hezar kontenjana mamosteyên bên tayîn kirin, ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî 15, bi tevahî 50 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Wezîrê Tirk ragihand ku ew ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê werbigrin û di 8ê Gulanê de jî encaman ragihînin.