50 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin: 35 kurmancî, 15 zazakî

09 May 2023 19:29 0 dîtin
50 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin: 35 kurmancî, 15 zazakî

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, ji bo sala 2023-24an a perwerdeyê 50 mamosteyên zimanê Kurdî tayîn kir ku 35 ji bo zaravayê kurmancî û 15 jî ji bo zazakî ne.

Hat ragihandin ku wê piraniya mamosteyên Kurdî yên hatine tayînkirin, ne li dibistanan lê li navendên perwerdehiya gel perwerdê bidin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê (MEB) 8ê Gulanê 45 hezar mamosteyên nû tayin kir ku cara ewil 50 kes jî ji bo kurdî hatin tayînkirin.

Hat diyarkirin ku wê mamosteyên kurdî yên nû hatine tayînkirin 1ê Îlonê dest bi kar bikin û piraniyan wan li navendên perwerdeya gel werin bicihkirin.

Hat zanîn ku li navendên perwerdeya gel dema hejmarek kes daxwazê bikin, mamoste têne tayînkirin, lê cara yekem e ku bêyî hilbijartina xwendevanan ev tayîn hatine kirin ku di beşên din de proseyeke wiha nîne. Beriya niha jî ji bo dibistanan her sal 2 heta 5 mamostên kurdî dihatin tayînkirin.