Efrîn | 2 mamosteyên jin ên zimanê Kurdî hatin revandin

11 November 2021 14:03 0 dîtin
Efrîn | 2 mamosteyên jin ên zimanê Kurdî hatin revandin

PeyamaKurd – Li Efrînê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re, 2 mamosteyên jin ên zimanê Kurdî revandin.

Çalakvanên Efrînê diyar kir, koma çekdar a bi navê Polîsa Medenî her du mamoste Cîhan Mihemed Elî Qerehiso û Hêvîn Ehmed ji gundê Etmana yê navçeya Raco revandin.

Li gor çalakvanan, ew her du mamoste, bi tohmeta ku di dema Rêveberiya Xweser de, mamosteyên zimanê Kurdî bûn û li dibistanan waneyên Kurdî didan hatin revandin.

Çalakvanan dan zanîn, piştî ku çekdaran 2 hezar Lîreyên Tirkî ji mamoste Cîhan Mihemed Elî Qerehiso stendin, ew berdan, çarenivîsa mamoste Hêvîn Ehmed jî ne diyar e.

Çalakvanên Efrînê eşkere dikin, komên çekdaran bi armanca stendina pere, fîdye û bacan ji Kurdên Efrînê û bi armanca ku Kurd ji Efrînê koçber bibin, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tohmetbar dikin.