Ji nav 20.000 mamosteyên bên tayînkirin kontenjana kurdî 3 kes in

03 July 2022 19:06 0 dîtin
Ji nav 20.000 mamosteyên bên tayînkirin kontenjana kurdî 3 kes in

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê tayînkirina mamosteyan de, Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Mahmut Ozer, di bernameyeke televizyonê de eşkere kir ku wê 20 hezar mamoste di demeke nêzîk de werin tayîn kirin.

Wezîrê Perwerdeyê gotiye, ji bo 5 branşan 7 hezar 503 mamoste, ji bo dibistanên seretayî 2 hezar û 223 kes, ji bo pewerdehiyên taybet 1.250 kontenjan, ji bo dersa olê 1.218 kontenjan û ji bo dersa matematîkê jî 1.004 kontenjanên mamosteyan werin tayînkirin.

Tê çaverêkirin di meha Îlonê de proseya tayînkirina mamosteyan bidawî bibe û were eşkerekirin.

Li gorî kontenjanên hatine diyarkirin, derket holê ku di nav 20 hezar mamosteyan de tenê 3 kes ji bo dersên bijarte yên kurdî hatine terxankirin ku 2 ji bo dersên kurmancî û 1 jî ji bo zazakî ye.

Wezîrê Tirk beriya niha li ser pirsnameya derbarê kesên dersên bijarte yên kurdî hilbijartine ragihandibû ku 20 hezar û 265 kesan ew ders hilbijartine.

Herwiha di bersiveke din a 10ê Sibatê de jî gotibû, ji bo sala perwerdê ya 2021-2022yan 16 hezar û 842 xwendekaran dersên bijarte yên kurdî hilbijartine.