49 sal di ser darvekirina Leyla Qasim re derbas bûn
PeyamaKurd- Keça Kurd Leyla Qasim a ku li dijî zilm û zora rêjîma Beisê ya Iraqê li ser gelê Kurd, bîr û hizra azadîxwaz têkoşiyabû, 49 sal berê; rojeke wekî îro ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin.
Leyla Qasim Hesen ku di sala 1952yan li gundê Bamîlê yê ser bi bajarê Xaneqînê ji dayîk bûye, di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û bi van bîr û ramanên welatparêziyê û hişmendiya Kurdparêziyê, di sala 1958an xwendina qonaxa seretayî û navendî li Xaneqînê bidawî kiriye.
Keça Kurd Leyla Qasim, di sala 1971an de li Zankoya Bexdayê beşa Civaknasiyê xwendiye û di vê salê de ketiye nav Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ya li Bexdayê û xebat meşandine.
Li ser vê hewil û têkoşîna Qasim û rêhevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman; rejîma Beisê ketiye nav liv û tevgerê û piştî girtina wan, di 12ê Gulana 1974an de ew darvekirine.
Leyla Qasim a ku bi cilên Kurdî û xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb diçe ber sêdarê, ji celadên Beisê re dibêje: “Piştî darvekirina min, dê bi hezaran Kurd hişyar bibin. Gelek xweşhal û serbilind im ku ez giyanê xwe fedayî rêya rizgariya Kurdistanê dikim. Bi van cilên Kurdî, ez dibim bûka Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin