Bi ser sehîdkirina Leyla Qasim de 45 sal derbas bûn
PeyamaKurd – Pêşmerge û Şoreşgera Kurd Leyla Qasim 12ê Gulana 1974an de bi destê rejîma Beas a Sedam Hisên hat bidarvekirin.
Leyla Qasima sembola azadî û berxwedana gelê Kurd e û piştî şehîdbûna wê bi 45 salan jî rêya wê roniyê dide têkoşîna azadiya gelê Kurd.
Leyla Qasim a ku li Bexdayê perwerdeya civaknasîyê wergirtibû, herwiha endama Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û pêşmergeya azadiya Kurdistanê bû.
Leyla Qasim û hevalên xwe; Cevad Hemevendi, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma hov a Beasê ve hatin darvekirin.
Qasim li ber sêdarê sirûda netewî ya gelê Kurd ‘Ey Reqîb’ xwend heta ku şehîd bû.
Şoreşgera Kurd Leyla Qasim di sala 1952yan de li Xaneqînê ji dayik bûye û heta dawiya jiyana xwe têkoşîn ji bo gelê xwe daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin