58 ciwanên ku Tirkiyê ew dersînor kiribûn dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – 58 ciwanên ji Herêma Kurdistanê ku dixwestin bi riya Tirkiyê derbasî Ewropayê bibin, ji aliyê Tirkiyê ve bo Sûriyê hatin dersînorkirin ku niha li bajarê Ezaz a girêdayî parêzgeha Helebê ne ku ew dever di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye.
Yek ji wan kesên dersînorkirî ji K24ê re ragihandiye, ew 58 xort û ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ne, ji bo ku biçin Ewropa, ew derbasî Tirkiyê bûn û ew li bajarê Dîlokê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin girtin, ji ber ku wan xwe wek welatiyên Sûriyê dane nasandin, desthilatên Tirkiyê ew deportî Sûriyê, bajarê Izazê kirin.
Wî diyar kiriye, ew ji heyama çend rojan ve li bajarê Ezazê di avahiyekê de ne û ji ber ku ew bajar di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ne, ew nikarin ji wî bajarî derkevin.
Herwiha wî ciwanî got, ew dixwazin asankarî ji wan re were kirin û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê dikin, wan rizgar bikin û vegerînin Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin