6 partiyên sîe yên Iraqê namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eskere kirin
PeyamaKurd - Partiyên şîe yên Iraqê ku di nav hevpeymana Çarçoveya Hemahengiyê de li hev kom bûne, namzedê xwe yê ji bo posta serokwezîrtiya hikûmeta bê ya Iraqê eşkere kir.
6 partiyên şîe yên Iraqî ku wek tifaqa Çorçoveya Hemahengiyê li hev kom bûne, siyasetmedarê Iraqî Mihemed Şeya Sûdanî wekî namzedê xwe yê ji bo serokatiya hikûmeta nû destnîşan kirin.
Mihemed Sûdanî sala 1970 li Bexdayê ji dayik bûye û wekî siyasetmedarekî bê alî tê naskirin. Sûdanî beriya niha wezîrê kar û karûbarên civakî bû, di dema hikûmeta Heyder Ebadî de û demeke dirêj jî wezîrê pîşesaziyê bû.
Mihemed Sûdanî di kabîneya Nûrî Malikî de jî wezîrê mafên mirovan bû ku beriya wê jî parêzgarê bajarê Mîsanê bû.
Herwiha Sûdanî heta sala 2019an endamê Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî bû, lê sala 2019an jê veqetiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin