Li Brîtanyanyayê, namzedê yekemîn ê Serokwezîrtiyê eskere bû

23 October 2022 17:30 0 dîtin
Li Brîtanyanyayê, namzedê yekemîn ê Serokwezîrtiyê eskere bû

PeyamaKurd- Piştî ku Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss îstifaya xweragihand û dest ji erka xwe berda, li Brîtanyayê car din pêşbaziya Serokwezîrtiyê dest pê kir. Rishi Sunak jî wekî namzedê yekemîn ê Serokwezîrtiya Brîtanyayê, namzediya xwe bi awayekî fermî ragihand.

Rishi Sunak ê ku di serdema Serokwezîrtiya Boris Johnson de wekî Wezîrê Darayî bû û bi îstifaya xwe pêvajoya îstifaya Boris Johnson dabû destpêkirin, bi rêya peyamekê, bi awayekî fermî ragihand ku ew ê ji bo Serokwezîrtiya Brîtanyayê bibe namzed.

Sunak di peyama xwe de got,

“Keyîtiya Yekgirtî, welatekî mezin e lê belê em li hember qeyraneke mezin a aboriyê re jî rû bi rû ne.  Ji ber vê sedemê, ez namzediya xwe ji bo rêbertiya Partiya Muhafazakar û Serokwezîrtiya welêt radigihînim.”

Her wiha hat ragihandin ku di vê hilbijartinê de kesên ku bixwazin bibin rêberê/a partiyê û Serokwezîrê/a Brîtanyayê, şert hatiye danîn ku piştgiriya 100 parlamenteran bê bidesxistin.

Beriya ku Rishi Sunak namzediya xwe ragihîne jî hatibû eşkerekirin ku wî piştgiriya 100 parlamenteran bi dest xistiye.

Sunak, havîna borî jî ji bo rêbertiya partiyê bûbû namzed lê belê li hember Liz Truss bi ser neketibû.