Xwepêsanderan namzedên xwe yên serokwezîrtiyê eskere kirin

17 December 2019 20:51 0 dîtin
Xwepêsanderan namzedên xwe yên serokwezîrtiyê eskere kirin

PeyamaKurd - Xwepêşanderên Iraqê navên namzedên serokatiya hikûmeta Iraqê ya nû eşkere kirin.

Xwepêşanderan bi rêya nûnerên xwe navên namzedên çend kesan bo serokwezîrtiyê dan serokomarê Iraqê Berhem Salih ku ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê jî navê hinek ji wan eşkere kir.

Li gorî ajansê çend navên ku xwepêşanderan dane; Mihemed Şiya Sûdanî,  Esed Îdanî, Mistefa Kazimî û Dadwer Raîd Cuhî ye.

Tê çaverêkirin Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, di rojên pêş de navê namzedê serokatiya hikûmetê ragihîne û ji bo avakirina hikûmetê wî erkdar bike.