Muqtedar Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eskere kir

22 December 2019 11:06 0 dîtin
Muqtedar Sedr namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eskere kir

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr Muqteda es Sedr, derbarê namzedê kutleya Bîna Quseyl Suhey ji bo posta serokwezîriya Iraqê de, peyamek belav kir.

Muqteda Sedr, ji ser twitterê ragihand: "Silav li we birayên min ê kutleya Bîna, birayê min Quseyê Suheyl, xwînrîjîna li Iraqê rabigirin, rêzê li fermana mercîyê Iraqê bigirin, rêzê li daxwazên gel bigirin û rêza xwe biparêzin.”

Sedr da xuyakirin, ew hem ji bo wan û hem jî bo kutleya Bîna û hem jî bo xelkê Iraqê baş e lewre xelk gewretirîn kutle ye.

Li gorî medya Iraqî heta niha navê 48 namzedan bo serokwezîrtiya Iraqê hatiye şandin, lê hê jî li ser navekî lihevkirineke giştî çênebûye.

Herwiha li aliyê din xwepêşander dixwazin serokomar jî îstifa bike û parlamen jî were fesihkirin.