7 kesên avêtibûn ser nexwesxanê hatin zîndanîkirin

04 September 2019 00:24 0 dîtin
7 kesên avêtibûn ser nexwesxanê hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd- Çend roj berê Tirkiyê li navçeya Manîsayê, li Turgutluyê bi sedema ku berê 26 sal cezayê wî hebû, kesê bi navê S.K. ji aliyê polîs de hat girtin û wî birin nexweşxanê bo kontrola tenduristiyê û mirovên wî li dora 15 kesan avêtin ser nexweşxanê da birevînin. Bi polîs re ketin şer û zilamê xwedî ceza bi birîndarî revandin.

Birîndar dibin nexweşxaneyeka taybet da wî derman bikin lê nexweşxane wî qebûl nake. Paşî dibin nexweşxaneya dewletê ya bi navê zankoya Celal Beyar. Polîs li nexweşxanê birîndarê cezaxwarî girt û niha di bin kontrola polîs de tê dermankirin.

Kesên ku avêtin ser nexweşxanê hatin binçavkirin û ji wan 7 kes ji aliyê dadgehê de hatin zîndanîkirin.