753 kîlo esrar (hesîs) hat girtin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li seha gumrika deriyê Muratbeyê, ji aliyê tîmên parastina gumrikê de operasyon hat kirin û di encamê de 753,25 kîlo esrar hat girtin. TIR a ku esrar tê de hat girtin, bi sedema ku cilên qot tên kevirkirin, ew qûma ku di cilan de tê bikaranîn, tê de bû lê tîmên gumrikê xwestin wê bi paşde bişînin welatê wê lê jê ketine şikê. Lewra bi seyên ku bêhna esrarê digrin û bi cihaza X-Reyê hat tesbîtkirin ku di TIR ê de esrar heye.
Tîmên gumrik û narkotîkê dîtin ku di nava torbeyên qûmê de 114 paket esrar heye û bi temamî 773,25 kîlo esrar dîtin û dest danîn ser. Bihayê esrarê li dora 30 mîlyon lîreyê Tirkiyê ye.
Di encamê de 2 kes hatin girtin û wan şandin zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin