900 pêketiyên nû û 22 mirinên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 900 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Li gorî daxuyaniya wezaretê 900 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 317 kes li Hewlêrê, 334 kes li Silêmaniyê, 230 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne.
22 kesên wefat kirine jî 4 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 429 kes ji koronayê baş bûne ku 104 kes li Hewlêrê, 62 kes li Silêmaniyê, 250 kes li Duhokê û 13 kes li Helebceyê ne.
Li gorî amarên fermî heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê 56 hezar û 465 kes bi koronayê ketine, 2 hez û 18 kesan can daye û 35 hezar û 276 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin