Afganistan: Di 24 saetên borî de 258 çekdarên Talîbanê hatin kustin

01 July 2021 20:41 0 dîtin
Afganistan: Di 24 saetên borî de 258 çekdarên Talîbanê hatin kustin

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Afganistanê bi daxuyaniyekê ragîhand ku di nava 24 saetên borî de 258 çekdarên Tevgera Talîbanê hatine kuştin, bi sedan çekdar jî birîndar bûne.

Tevgera Talîbanê ku di dema vekişîna hêzên Amerîkî de êrîşên xwe yên li Afganistanê zêde kirine, doh êrîşeke mezin biribû ser bajarê Xoliyan ê Wîlatiya Hiratê û hewl dabû wî bajarî bixe kontrola xwe.

Wezareta Berevaniya ya Afganistanê ragihand ku hêzên wan bersiveke tund dane êrîşê û eşkere kir, di şerê 24 saetan de 258 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn û êrîşa li ser bajarê Xoliyan jî hate têkbirin.