Afganistan | Pistî nimêja Înê li ber mizgeftê bombe hat teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 11ê Sibatê roja Înê, li pêşiya mizgefta Keleha Naw a li paytexta herêma Badgis a Afganistanê teqîn çêbû.
Li gorî zanyariyên rayedarên Afganî dane, teqîn îro piştî nîvro li pêş mizgefta Keleha Naw a paytexta herêma Badgisê rû daey û herî kêm 8 kes birîndar di encama teqînê de bûne.
Malpera El-Yewm bi zarê şahidan daye xuyakirin ku teqîn piştî nimêja Înê ango piştî xelk ji mizgeftê derdiket rû daye.
Derbarê hurgiliyên teqînê û berpirsên wê de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin