Li Danîmarkayê pistî nimêja Înê li pês mizgeftê Qûran hate sewitandin
PeyamaKurd – Li Danîmarkayê ji aliyê koma nijadperestên tundrew ‘Danske Patrioter’ ve cara duyemîn Qûran hate şewitandin.
Hate ragihandin ku îro 28ê Tîrmehê piştî bidawîbûna nimêja Înê koma navborî li ber mizgefta hemberî avahiya Komeleya Îslamê Qûrana Pîroz a Îslamê şewitand.
Koma nijadperestên Danîmarkî, dema şewitandina Qûranê diruşmên dijatî û heqareta Îslamê qêriyan û ew çalakiya xwe jî li ser medya civakî zindî weşandin.
Hate diyarkirin ku ew çalakî di bin parastina polîsan de hatiye encamdan.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de li hin welatên Ewropayê dijatiya Îslamê û şewitandina Qûranê li ber baloyozxane, nûnertî û cihên taybet zêde bûye. Tevî hemû bertekên welatên misilman jî ev çalakî berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin