Diyarbekir | Pistî nimêja Xiyabî ya bo Îsmaîl Heniye êrîsî Burger Kingê kirin
PeyamaKurd - Li Diyarbekirê piştî nimêja înê û nimêja Xiyabî ya bo Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye ku li Tehranê bi sûîqestê hatibû kuştin, daxuyanî hate dayîn.
Koma ku li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê piştî nimêjê belav bû, bi kevir û şûşeyên avê êrîş bir ser restorana Burger Kîngê ya Sûrê.
Koma xwepêşander, li ber Burger Kingê dirûşmên "Kujer Îsraîl, Hevkar Burger King" qêriya û paşê şuşeyên avê û kevir bi ser restoranê de barandin.
Polîsan jî bi mertalan rê li ber êrîşkaran girt ku nekevin hûndirê Burger Kingê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî komeke ciwanên îslamî êrîşî Starbucks û Burger Kingê kiribûn û 16 kes paşê hatibûn binçavkirin û pişter jî hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin