Hewlêr - Kurdistan | Pistî koronayê li mizgeftan yekem nimêja Înê hat edakirin
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê piştî zêdetirî du mehan cara yekem vê hefteyê li mizgeftan bi cemaet nimêja înê hat edakirin.
Beriya nimêjê mizgeft û xalîçeyên mizgeftan hatin dezenfektekirin û kesên hatin mizgeftan jî yek bi yek kela laşê wan hat kontrolkirin.
Cemaeta nimêja înê li gorî rêkarên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê bi mesafeya fizîkî li mizgeftan rêz bû û yekem nimêja Îniyê ya piştî koronayê hat edakirin.
Hikûmeta Kurdistanê heta niha di rûbirûbûna nexweşiya Covid-19 de, ji ber ku tedbîrên xwe zû girtin li gorî gelek welatên cîhanê bûye mînaka serkeftinê ku haletên pêketina koronayê piraniya wan baş bûne û yên nû jî gelekî kêm bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin