Kurdistan | 33 kes ji koronayê mirin, pêketinên zêde li Hewlêr û Duhokê ne
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 33 nexweşên vîrusa koronaya nû Covid-19 can dan û 997 kesên din jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 6ê Mijdarê de ragihand ku di nav 24 saetên borî de 997 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 342 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 40 kes li Germiyanê, 30 kes li Raperînê, 406 kes li Duhokê û 20 kes li Helebceyê ne.
Herwiha 33 kes jî ji wê nexweşiyê mirine û ew jî 7 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê, 6 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê ne.
Wezaretê daye xuyakirin ku di nav 24 saetên borî li seranserê Herêma Kurdistanê 430 nexweşên koronayê jî baş bûne û ew jî 104 kes li Hewlêrê, 30 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Germiyanê, 231 kes li Duhokê û 31 kes li Helebceyê ne.
Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 82 hezar û 605 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 616 kes û heta niha 51 hezar û 680 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin