Kurdistan | 17 mirin û 693 pêketinên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, di nav di 24 demjimêrên borî de 693 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 693 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 181 kes li Hewlêrê, 357 kes li Silêmaniyê, 105 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê û 42 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 2 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêran de 931 nexweşên koronayê jî baş bûn.e
Ji destpêka pandemiya vîrusa koronayê ve li Herêma Kurdistanê 151 hezar û 950 kes pê ketine, 4 hezar û 49 kesan can daye û heta niha 129 hezar û 284 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin