Hewlêr | Pistî belavbûna cûreya nû ya koronayê nexwesxaneyeke mezin tê vekirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya taybet a bo nexweşên vîrusa koronayê yên ku rewşa wan gelekî xirab e tê vekirin.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro 28ê Sibatê li Hewlêrê mezintirîn nexweşxaneya taybet a çavdêriya hûr bo nexweşên Koronayê tê vekirin.
Wezareta Tenduristiyê hişyarî da ku hejmara pêketiyên Koronayê roj bi roj zêde dibin û Herêma Kurdistanê li hember metirsiya belavbûna bilez a Koronayê ye û bang li welatiyan kir pabendî rênimayên tenduristiyê bibin û xwe biparêzin
Wezaretê herwiha da xuyakirin, ew nexweşxaneya taybet a bi navê Lalav wê xizmetê bide nexweşên rewşa wan xirab ên koronayê û ev amadekariyeke ji bo rûbirûbûna vîrusa nû ya Koronayê ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê pir belav bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin