AFP: Azerbaycan paytexta Qerebaxê bi tundî topbaran dike

02 October 2020 16:22 0 dîtin
AFP: Azerbaycan paytexta Qerebaxê bi tundî topbaran dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Cotmehê artêşa Azerbaycanê êrîşên xwe yên ser herêma Qerebaxê zêde kirine û bi tundî dest bi topbarana paytexta herêma Qerebaxê kiriye.

Ajansa nûçeyan AFPê daye xuyakirin ku topxaneyên artêşa Azerbaycanê, îro bi tundî bajarê Xankendî yê paytexta Nagorno-Qerebaxê topbaran kir.

AFPê ji zarê rayedarekî artêşa Ermenistanê jî ragihandiye ku di encama topbarana îro ya artêşa Azerbaycanê de, bi dehan welatî birîndar bûne, hêj hejmara wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî nayê zanîn.

Azerbaycan tevî bangên navdewletî yên rawestandina şer jî ev 6 roj in bi piştevaniya Tirkiyê êrîşên xwe yên ser herêma Qerebaxê didomîne.