AFP: Hewlêr û Bexdayê li hev kirin! Li benda bersiva Tirkiyê ye!

13 May 2023 11:25 0 dîtin
AFP: Hewlêr û Bexdayê li hev kirin! Li benda bersiva Tirkiyê ye!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê derengiya şeva borî ligel Herêma Kurdistanê rêkeftinek kiriye û ji bo destpêkirina şandina petrolê li benda bersiva Tirkiyê ye.

Tirkiyê di 25ê Adarê de piştî ku Iraq li dadgeha navdewletî ya hakemê ya Parîsê bi ser ket, şandina rojane 450 hezar bermîlên petrolê ji bîrên petrolê yên bajarê Kerkûkê bo bendera Ceyhanê rawestand.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) da zanîn, di hevdîtinên bi Hewlêr û Bexdayê re di navbera aliyan de lihevkirin çêbûye û ragihand, ji bo destpêkirina şandina petrolê li benda erêkirina Enqereyê ye.

Di hevdîtinên navbera Bexda û Hewlêrê de, derengiya şeva borî rêkeftinek hat kirin û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî ragihand, ew ê yekser dest bi şandina petrolê bikin û ji roja Şemiyê ve dê bigihêje 500 hezar bermîlan.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muhammed Salih di daxuyaniyekê de ji televîzyoneke herêmî ya ku îro li herêmê weşanê dike de wiha got:

"Em li benda biryara Tirkiyeyê ne ji bo roja ku hinartina petrolê destpê bike."

Salih eşkere kir, divê Tirkiye dîroka sewqiyata Iraqê ya ku wê destpê bike ragihîne û got, "Aliyê Iraqî nameyeke fermî şandiye û em li benda bersiva Tirkiyeyê ne."