AFP: Macron roja Çarsemê serdana yekem bo Iraqê dike

31 August 2020 15:49 0 dîtin
AFP: Macron roja Çarsemê serdana yekem bo Iraqê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Çarşema bê, cara yekem sardana Iraqê dike.

Ajansa France Press (AFP) ragihandiye, serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron a Bexdayê ji bo heyama rojekê ye û piştevaniya welatê xwe ji Iraqê re tekez dike.

Hatiye diyarkirin ku wê Macron li Bexdayê bi Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokkomar Berhem Salih û hejmareke din a berpirsên siyasî yên Iraqê re bicive.

Her çiqas ku heta niha 2 berpirsên Iraqê ew serdana Macron a Bexdayê piştrast kirine jî heta niha ji Koşka Elysee ya Fransayê ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Çavkaniyên Iraqî dibêjin, armanca Macron ji wê serdanê, xistina ronahiyê li ser serweriya Iraqê ye, ji bo Bexda bikare rêbazeke serbixwe û dûrî Washington û Tehranê ji xwe re diyar bike.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian jî serdana xwe ya Bexdayê de heman peyan dabûn û gotibû: “Divê Bexda xwe ji aloziyên herêmî dûr bigire.”