AFP: Nasrallah ji bo maweyeke demborî li devereke nepen hatiye definkirin
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah ê ku hefteya borî bi êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên bi ser Beyrûtê de mir, li cihekî veşartî hatiye definkirin.
Hat îdiakirin ku Serokê Hîzbullahê Hasan Nasrallah ê îniya borî bi êrîşên hewayî yên giran ên li bi ser Beyrûtê de ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin, li cihekî veşartî hatiye definkirin. Çavkaniyeke nêzî Hizbullahê ragihand ku biryareke wiha ji ber wê yekê hatiye wergirtin ku Îsraîl êrîşî merasîmeke girseyî ya cenazeyi wî neke.
Çavkanî, ji ajansa nûçeyan a Fransî AFPyê re axiviye û gotiye, “Hasan Nasrallah ji bo maweyeke demborî hat definkirin, heta ku şert û merc destûr bidin merasîmeke girseyî ya ji bo cenazeyê wî. Çavkanî diyar dike ku ji ber fikarên ku “Îsraîl wê êrişî wan kesan bike ku ew ê tev li definkirina cenazeye Nasrallah bibin û şîna wî bigerînin.”
Rayedarekî Lubnanî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, diyar kiriye ku Amerîka nikare ji Îsraîlê garantiyê bigire ku êrişî merasîmeke girseyî neke. Rayedar ji AFPyê re axivî û da zanîn ku Hizbullah bi rêya rêvebirekî payebilind hewl daye ku ji Amerîkayê temînatê wergire ji bo ku Îsraîl guleyan bernede merasîma cenaze, lê ev yek pêk nehatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin