Afxanistan: Em Îslamiyeta weka Tirkiyê û Erebistanê lê Îslamiyeta safî dixwazin
PeyamaKurd – Li Afganistanê piştî rêvebiriya Talîbanê xwendina jina ya ji bo zankoyan qedexe kir û bi vê biryarê car din bala raya giştî ya dinayayê bir ser xwe. Wezîrê xwendina bilind Neda Muhammed Nadîm li ser babetê weha got:
“Em Îslamiyeta weka Tirkiyê û Erebistanê naxwazin, em Îslamiyeta safî dixwazin. Di Îslamiyetê de ciyê jina diyare. Jê û zêdetir nayê dayîn. Xwedê qewetê daye me. Em dikarin şerîetê baş bicîh bînin. Em ji kesekî natirsin. Em ne di bin fermana ti kesekî de ne.”
Li ser bertekên ku ji aliyê Tirkiyê û Erebistana Si’ûdiye hatin dayîn Nadîm weha got:
“Kes nikare bi Quran û hedîsan îsbat bike ku jin mecbûrin ‘ilmên nûjen’ hîn bibin. Bi zanistî nikare hîpotezê îsbat bike. Em Îslamiyeta weka Tirkiyê û Erebistanê naxwazin, em Îslamiyeta safî dixwazin.”
Piştî rêvebiriya Talîbanê xwendina bilind ji bo jina qedexe kir berdevkê serokkomariya Tirkiyê İbrahim Kalın li ser biryarê weha gotibû:
“Rêvebiriya Talîbanê biryarê daye ku jin nikarin xwendina bilind bixwînin. Ev biryar li dijî rihê Îslamiyetê ye. Ciyê vê qedexeyê di dîn de tineye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin