Agir bi Kampa Holê ket: 4 kes mirin, 18 jî birîndar bûn

28 February 2021 11:30 0 dîtin
Agir bi Kampa Holê ket: 4 kes mirin, 18 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê agir bi konên penaberan ketiye û di encamê de 4 kesan can daye û 18 kes jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihandiye ku ji ber teqîna sobeyekê, agir bi konên kampa Holê ketiye û di encamê de 4 kesan can daye û 18 kes jî birîndar bûne.

Hat dayirkirin ku birîndar ji bo nexweşxaneya Hesekê hatine veguhestin û birînên hinan ji wan giran in.

Kampa Holê li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku li gorî NY 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.