Agir bi kampa koçberan ket: 5 Kurdên Rojava birîndar bûn

24 January 2021 18:34 0 dîtin
Agir bi kampa koçberan ket: 5 Kurdên Rojava birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Hewlêrê agir bi kampa koçberan ya Dareşekranê ketiye û 5 kes birîndar bûne.

Rêveberiya berevaniya sivîl li parêzgeha Hewlêrê daye xuyakirin ku îro 24ê Çile danê sibê agir bi çadirên koçberan li kampa Dareşkran ya Hewlêrê ket.

Hat diyarkirin ku şewat ji ber sobeya gazê çêbûye ku 2 jin û 3 zarok bi şewatê birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Koçberên ku li kampa Dareşekranê ya Hewlêrê dimînin piraniya wan kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.