Kurdên Rojhilat ji bo Rojava kampanya alîkariyê dan destpêkirin
PeyamaKurd - Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanyaya alîkarî kirin.
Gelê bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji bo kurdên Rojava yên ku ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne dest bi berhevkirina alîkariyê kirin.
Operasyona leşkeri ku Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, rastî nerazîbûnên kurdên çar parçeyên Kurdistanê tê.
Li Rojhilatê Kurdistanê ku ji bo Rojavayê gelek meş û çalakiyên piştgiriyê pêk hatin, niha jî ji bo gelê Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin.
Berdevkê Mala Însanî ya Bokanê da zanîn ku wan li du cihên bajar ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanyaya însanî kiriye û got, “Kes,sazî, û welatiyên ku dixwazîn alîkarî bişînin ji Rojavayê Kurdistanê re bila heta Roja çarşemê serî li saziyên me bidin.'

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin