Lubnan | Kurdên Rojava banga alîkariyê li ENKS û Hikûmeta Kurdistanê kirin

08 July 2020 14:26 0 dîtin
Lubnan | Kurdên Rojava banga alîkariyê li ENKS û Hikûmeta Kurdistanê kirin

PeyamaKurd - Kurdên li Lubnanê dimînin ji ber xirabûna rewşa wan a jiyan û debarê, banga hawarhatinê li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ENKSê dikin.

Revenda Kurdî li Libnanê bangewaziyek belav kir û tê de ragihand, ji ber daketina nirxê Lîreya Lubnanî li hember Dolarê Amerîkî, giranbûna nirxê kerestiyan li bazaran û nemana derfetên kar, ligel belavbûna vîrusa Koronayê, revanda Kurdî li Libnanê di rewşeke gelekî xirap de dimînin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piraniya Kurdên li Lubnanê dimînin, êdî nikarin kar bikin, kirêyên xaniyan û pêwîstiyên jiyanê yên sereke dabîn bikin û rewşa wan gelekî metirsîdar bûye.

Revanda Kurdî li Lubnanê di bangewaziya xwe de bang li Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Emîndariya Giştî ya ENKSê dike, bi hawara wan bên û alîkariya wan di vê rewşa xirab de bikin.

Di bangewaziyê de hatiye diyarkirin, nêzîkî 75 hezar Kurd li Lubnanê dimînin û piraniya wan karkerên Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha beşek jî ji piştî krîza Sûriyê destpê kiriye, ji ber rewşa şer berê xwe dane Lubnanê.