50 koçberên Kurdên asê mane banga alîkariyê li Yûnanistanê dikin

04 July 2023 19:16 0 dîtin
50 koçberên Kurdên asê mane banga alîkariyê li Yûnanistanê dikin

PeyamaKurd - Di girte vîdeoyeke hatiye belavkirin de, tê diyarkirin ku nêzîkî 50 koçberên Kurd li giraveke sînorê navbera Yûnanistan û Tirkiyê asê mane û banga alîkariyê dikin.

Koçberên Kurd ku beşek ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê û beşeke wan jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, 8 roj in li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanistanê asê mane.

Koçberên asê mane dibêjin, ew di rewşeke gelek dijwar de ne, av û xwarin li cem wan nemane û 28 zarok û heta jinên ducanî jî li cem wan hene.

Koçberên li ser sînor dibêjin, wan bi rêya çend qaçaxçiyan xwestine berê xwe bidin Yûnanistanê, lê belê qaçaxçî ji cem wan çûne û bersiv nadin telefonên wan, niha jî hêzên deryayî yên Yûnanistanê nayên alîkariya wan.