Agir bi konê mexdûrên erdhejê ket

26 March 2023 11:59 0 dîtin
Agir bi konê mexdûrên erdhejê ket

PeyamaKurd – Li bajarê Hatay navçeya Îskenderûnê derengiya şevê agir bi konê mexdûrên erdhejê ket û 2 jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li demjimêr 02:00 yê şeva 26ê Adarê, li taxa Denizciler a İskenderunê ji ber kontaka elektrîkê agir bi konê mexdûrên erdhejê ketiye û ji malbatê 3 kes birîndar bûne.

Hat zanîn ku rewşa 2 birîndarên xwişkê hevdu giran e û bo nexweşxaneya Edeneyê hatine veguhestin.