Agir bi rafîneriya petrolê ket, 3 kes mirin û 44 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Bengala rojhilat âgir bi rafîneriya petrolê ket û di encamê de 3 kes mirin û 44 kes birîndar bûn. Rêvebir ragihandin ku li herêma Medinipur a Rojhilat, li bajarê Haldîayê agir bi tesîsa petrolê ya bi navê Indian Oil Corporation (IOC) ketiye.
Hat gotin ku agir hatiye vemirandin û niha kontrol di destê rêvebiriyê de ye. Indian Oil Corporation ragihand ku mudaxeleyê birîndaran kirine û paşî wan şandine nexweşxana rafîneriya Haldiayê. Serokwezîrê eyaleta Bengala rojava Mamata Banerjee, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ez ji ber agirê di IOC ê de derket xembarim. 3 kesên biqiymet ji nav me çûn û fikra min li cem malbatên şînî ne.”
Rêvebir li ser sedema derketina agir lêpirsînê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin