Ahmet Türk: “Divê di siyasetê de hinek tist vesartî bimînin”

14 May 2020 22:48 0 dîtin
Ahmet Türk: “Divê di siyasetê de hinek tist vesartî bimînin”

PeyamaKurd- Parlementerê HDP ê Sırrı Sureya Önder bo İYİ partiyê gotibû ku İYİ partî d ideam hilbijartinan de, navbeynkarekî şandiye cem HDP ê da bi wan bişêwirin. Li ser vê beyana Sırrı Sureya Önder Ahmet Türk şiroveya xwe kir û got:

“Ez li hemberê vê beyana Sırrı Sureya Önder ecêb mam. Divê di siyasetê de hinek tişt veşartî bimînin. Hem nabe em îro hêcetan bidin destê desthilatdaran. Ne wextê wê ye û ez ji vê mijarê aciz bûm.”

Niqaşa navbera Önder û Akşener piştî ku Akşener a seroka İYİ partiyê gotibû; “Em ciyê HDP ê li cem Qendîlê dibînin” destpêkiribû. Siyaseta İYİ partiyê kiribû ku Önder bersiva wan weha dabû:

“Heya duhî, kesên ku ji me dipirsîn bê ‘em bi kê re bixebitin’ û bo me navbeynkar dişandin, îro nikarin bo me bêrêziyê bikin. Ez behsa İYİ partiyê dikim. Nikare bêje ciyê me wê derê ye û koordînatan nîşan bide.”