Ajotvanê ku bi kamyonê ket çemê Dîcle fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrî li gundê Batele kamyona ku qûmê barkiribû ajotvanê wê ket çemê Dîcle û tê de fetisî. Kamyon di dema ku qûmê bar kir, zemîna çem roxiya.
Piştî kamyon ket Dîclê, ajotvanê 25 salî yê bi navê Cahit Buntar ket ber pêlên avê. Li ser bûyerê tîmên lezgîn yên 112an, AFAD û şaredariya Cizîrî çûn ciyê bûyerê.
Paşî tîm karibûn xwe bigihînin cesedê ajotvan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin