Akar: Divê em tevaya vekisîna YPGê bi çavê xwe bibînin

30 August 2019 17:26 0 dîtin
Akar: Divê em tevaya vekisîna YPGê bi çavê xwe bibînin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser vekişandina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hin deverên sînorî yên ligel Bakurê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina herêma ewle ya bi Amerîkayê re axivî.

Akar li ser daxuyaniyên vekişandina YPGê ji hinek xalên sînorî got, zanyarî hene YPG ji hinek deveran vekişiya ye lê em dixwazin ji vê yekê piştrast bin. 

Hulusî Akar da xuyakirin ku derbarê paşve vekişandina YPGê û jinavbirina hinek kozikên wan de agahî hene, lê ew dixwazin ku hemûyan bi çavên bibînin.

Akar da zanîn ku doh di çarçoveya qonaxa yekem ya rêkeftina digel Amerîkayê de, bi beşdariya fermanderên Amerîkî 2 helîkopterên Tirkiyê û 2 helîkopterên Amerîkayê li rojhilatê Firatê ji bo herêma ewle çavdêrî kirine.