Hulusî Akar: Divê Swêd û Finlandiya, li gorî peymanê tevbigerin

17 November 2022 16:00 0 dîtin
Hulusî Akar: Divê Swêd û Finlandiya, li gorî peymanê tevbigerin

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, bang li rayedarên Swêd û Finlandiyayê kir ku bê kêmasî li gorî peymana sêalî tevbigerin. Akar da zanîn ku heger ew li gorî peymanê tevbigerin, ew ji bo dengdayîna endamtiya wan a NATOyê ya li meclisa xwe, amade ne.

Hulusî Akar, li ser mijara endamtiya NATOyê ya Finlandiya û Swêdê, ji bo çapemeniya Finlandiyayê axivî. Akar da zanîn ku ew wekî rayedarên Tirkiyeyê, li bendê ne ku rayedarên Swêd û Finlandiyayê, li gorî peymana sêalî ya li Madridê di navbera Tirkiye, Finlandiya û Swêdê de hatibû destnîşankirin, tevbigerin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê, di dewama axaftina xwe de da zanîn ku heger rayedarên herdu welatan bê kêmasî, li gorî hegerên peymanê tevbigerin, ew jî amade ne ku biryara erêkirina endamtiya Swêd û Finlandiyayê, bibin Meclisa Tirkiyeyê û li wê derê bidin dengdayîn.

 Hulusî Akar, bal kişand ser serdana Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson a Tirkiyeyê jî û got ku

“Ew serdan, têr hêvî bû û daxuyaniyên di derbarê Tirkiyeyê de erênî bûn. Di nav peymana sêalî de her tişt bi zelalî nivîsandî ye. Tirkiye, li benda radestkirina terorîstan e. Em bang dikin ku li dijî terorîstan bikevin nav tevgerê. Ne tenê Swêd, mijarên ku divê em bi Finlandiyayê re jî çareser bikin hene. Me ji wan hin pirs kirine û em li benda bersivên wan in.”

Wezîr Akar, di dewama axaftina xwe de qala daxuyaniyên Finlandiyayê jî kir û got,

“ Em daxuyaniyên hikûmeta Swêdê yên di derbarê PKKê de bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em li bedê ne ku hempîşeyên me yên Finlandiyayê jî daxuyaniyên bi vî rengî bidin. Divê ji fêmkirina fikarên me re zelal bin.”