Szijjarto: Divê Swêd rêz ji gelê Macar re bigire
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Macarîstanê Szijjarto got, hikûmet piştgirî dide endamtiya Swêdê ya NATOyê, lê biryara dawî ya parlamentoyê ye.
Wezîrê Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto ku ji bo beşdarbûna 78. Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bû, bersiva pirsên Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda da.
Wezîr Szijjarto di bersiva pirsa çima Macaristan li dijî endamtiya Swêdê ya NATOyê ye, diyar kir ku hikûmet piştgiriyê dide endamtiya Swêdê ya NATOyê, lê biryara dawî ya parlamentoyê ye û got, "Ji bo Macarîstan, gelê Macar û demokrasiya Macarîstanê hindek piştgiriya Swêdê heye. Em hêvî dikin ku ew ê rêzdar be," wî got.
Szijjarto, anî ziman ku ew her tim rastî rexne, sûcdarkirin û îdiayên siyasetmedarên swêdî tên û bi bîr xist ku Swêdê sûcên "nebûna demokrasiyê" li Macarîstanê dike.
Di meha tîrmehê de piştî ku Tirkiyê di derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê de biryarek erênî da, Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban çira kesk ji bo endamtiya Swêdê pêxist, lê parlamentoya Macaristanê proseya erêkirinê paşxist.
"Gelo heke Swêd şertên we qebûl nekin hûn ê bihêlin ku Swêd bibe endamê NATOyê?" Szijjarto li ser pirsê wiha bersiv da: “Binerin, ev rewş li ser qanûndanerên (endamên parlamentoyê) li welêt e. Hikûmetê pêşniyara xwe ya piştgiriya endamtiyê pêşkêşî parlamentoyê kir. Lewma ev ne karê hikûmetê ye, karê parlamenteran e. "Ez hêvî dikim ku swêdî rêyekê bibînin ku hinekî rêzê li Macarîstanê, gelê Macar û demokrasiya Macar bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin