Swêd: Dibe ku ser derkeve, divê gelê me amade be!

08 January 2024 12:06 0 dîtin
Swêd: Dibe ku ser derkeve, divê gelê me amade be!

PeyamaKurd – Wezîrê Parastina Sivîl a Swêdê Carl Oskar Bohlin hişyarî da ku dibe ku li Swêdê şer derkeve.

Carl Oskar Bohlin di axaftina xwe ya li Konferansa Neteweyî ya Gel û Parastina Gel ku li baregeha leşkerî ya Salen a li herêma Dalarna pêk hat de diyar kir ku divê Rûsya cidî bê dîtin û got, "Dibe ku li Swêdê jî şer derkeve, divê gelê me ji bo şer amade be."

Bohlin bal kişand ku ev 210 sal in Swêd neketiye şer û wiha got:

"Rewşa ewlekarî ya xerab a li Ewropayê sala borî ji ber êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê xirabtir bû. Pêdivî ye ku nûavakirina bilez a Rûsyayê pir cidî were girtin. Nêzîkî 210 sal in aşitî ji bo gelê Swêdê rêhevalek bû. Lê îro ev rewş guheriye û rewşa ewlehiyê xerabtir bûye. Weke wezîrekî berpirsyar divê ez vê rastiyê ji gelê Swêdê re vebêjim.”